image

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê ji niha û pê ve dê hinek berhemên xwarin û vexwarinê ji Tirkiyê nekire ku  di nava wan berheman de ‘mirîşk, hêk, meqerna û xwê’ jî hene.

Wekî tê zanîn, piştî pêvajoya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê peywendiyên di navbera Hewlêrê û Enqerê de lawaz bûbûn. Lê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beriya hilbijartinên dûbarekirî yên Tirkiyê, Li Stenbolê bi Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek pêk anîbû. Serok Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinê dabu xuyakirin ku peywendiyên Tirkiyê û Kurdistanê dîsa xurt dibin.

‘Berhemên ku dema wan derbas bûye ji nû ve têne paketkirin’

Piştî hevdîtina Barzanî û Erdogan daxuyanî hatibûn dayîn, “Di hevdîtinê de li ser peywendiyên aborî û bazirganiyê gotubêj hatin kirin.” Ev daxuyanî di dema serdana Nêçîrvan Barzanî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan a li Stenbol (beriya hilbijartina 23ê Hezîranê) hatibûn kirin.

Herêma Kurdistanê ev 3 hefteyê ji Tirkiyê hinek berhemên xwarin û vexwarinê nakire. Ji ber ku Tirkiyê piştî Çînê ew welat e ku berhemên sexte hildiberîne û dixe bazarê. Tirkiye berhemên sexte û dema wan derbasbûyî ji nû ve paket dike û difiroşe.

Bo nimûne, Tirkiye mirîşkên bestandî û berhemên din ên ku dema wan derbas bûye, ji piyaseyê berhev dike , ji nû ve paket dike û difiroşe Kurdistan, Ukrayna û welatên wekî din. Kurdistan li ser vê rewşa xeternak biryar da ku 4 berhemên xwarin û vexwarinê ji Tirkiyê êdî nekire.

‘2 hezar û 939 ajalên ku sertîfîkaya wan sexte ye hatin îtxalkirin!’

Wekî bibîr were, meha gulana borî, Rûsyayê bi ‘egera ku di wan bizuza Amerîka Başur heye’ 21 ton firingiyên Tirkiyê îade kiribû.

Ji aliyê din ve, sê roj berê nûçe derketibûn ku, ‘belgeya kontrola tenduristiya ya ajalên ku Tirkiyê ji Spanyayê kirî ne, sexte derketin’ Tirkiye bi îdiayeke  wiha car din hatibû rojevê. Midûriyeta Kontrola Giştî ya Mewadan û Wezareta Çadinî û Daristanê bi rayedarên Spanyayê re peywendî danîn û diyar kirin belgeyên kontrol tenduristiya ya 2 hezar û 939 ajalanê sexte ye û bi ser de jî ew ajaş ji herêmên ku îtxal lê qedexeyê hatin kirîn.

Parlementerê Partiya Komariya Gel (CHP) yê Manîsayê Vehbi Bakiroglu, ev îdia anî rojevê parlementoya Kurdistanê û ji parlementoyê daxwaz kir ku eşkere bike ji li kîjan bajaran ajal têne xwedîkirin û kîjan kompanî van karan dikin. Bakiroglu ji bo ku li meclisê eşkere bike pirsnameyek pêşkêşî Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemirli kir.

Li ser vê babetê em wisa diyar e ku hikûmeta Tirkiyê ne tenê di warê siyasetê de, di warê xwarin û vexwarin û ajalgeriyê de sextekarî û xapandinan dike. Lê ev rêveberiya xapînok, gelek xeternak e û dibe ku bibe sedema mirina mirovan. Dema em ji vî alîyî ve li mijarê binerin, ev sûc û tawaneke navnetewî ye li dijî tenduristiya mirovan.

NÎŞE: Wekî tê zanîn rêjeyeke mezin a nexweşînên li Kurdistanê ji ber xwarin û vexwarinê sexte çêdibin.