image

PeyamaKurd - Cîgirê serokê Amerîkayê yê berê û namzedê hilbijartinên seroktiya Amerîkayê yê Partiya Demokrat Joe Biden di hevpeyvîneke ligel rojnameya New York Times de, derbarê Tirkiye û Erdogan de nêrîn û polîtîkaya xwe eşkere kir.

Biden soz da ku ger di hilbijartinan de bi ser bikeve ew ê dawî li desthalatiya serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bîne û Erdogan wek dîktator da zanîn û piştgiriya xwe bo opozîsyona Tirkiyê ragihand.

Joe Biden Erdogan got ku ‘Erdogan DAIŞ ava kiriye’ û metirsiya xwe ya derbarê hebûna 50 serikên nukleerî yên Amerîkayê li Tirkiyê anî ziman. Biden herwiha soz da ku ew ê bi hevalbendên Amerîkayê yên Ii herêmê re kar bike da ku Erdogan û kiryarên Erdogan ji Deryayê Spî dûr bixe.

Biden li ser pirsa, "Li Tirkiyê Amerîka hîn jî xwedî çekên nukleerî ye û Erdogan xwedî reftar e,  gelo derbarê vê yekê tu rehet î?" got: "Asta vehesiya min gelekî kêm bûye, min gelek wextê xwe bi Erdogan re derbas kir."

NYTê bi zimanê Biden diyar kiriye, di sala 2014an de Tirkiye di avakirina DAIŞê de rolek lîst, vê yekê jî bandor li xebatên dîplomatîk kir.

Herwiha Biden gotiye ku wî gelek dem bi Erdogan re derbas kiriye û ew dîktator e.

Joe Biden siyaset û helwesta xwe ya bo Erdogan jî wiha eşkere kiriye:

"Ez dibînin ku divê em rêbazeke cuda pê re bidin meşandin, divê em piştgiriya muxaleftê bikin. Rêbazek li cem me hebû heta demekê ji bo tevlêbûna niştecihên Kurd ji parlamentoyê re bi kêr dihat, ji ber vê divê em behsa şaşiyan bikin, temenê vê yekê bide, divê temenê ka gelo em ê hîn jî çekan bifiroşinê yan na? Lewma ez der barê vê yekê de nerehet im, lê dîsa jî ez bawer dikim ku heke em bixwazin rasterat tev li vê yekê bibin, em dikarin piştgiriya Tirkiyê bikin, ji ber hîn jî hene û sûdê hîn zêdetir ji wan bigirin, li gel vê wan teşwîqî rakirina Erdogan ji ser hikum bikin, ne bi rêya derbeyan lê bi rêya hilbijartinan. Dawî lê hat, li Stenbolê jî hilweşiya. Di nava partiya xwe de giraniya xwe winda kir, wê demê em niha çi bikin? Em tenê li wir rûdinên û teslîm dibin, tişta herî dawî ku min ê bikira ew bû ku têkildarî doza Kurdan tawîzan bidin.”

Biden di berdewamê de dibêje: "Li ser mijara doza Kurdan du caran pê re civiyam, lê di wê demê de nehatin çewisandin, divê em eşkere bikin ku vê yekê dixwazin, ji ber ku di dawiyê de Tirkiye naxwaze xwe bispêre Rûsyayê. Beriya niha gepek ji wê sêvê xwarine û fêm kirin ku lîstika bi wan re berdewam nekin."

Joe Biden di dawiyê de got: “Ji ber vê yekê ez heta dawiyê nerehet im, zêde nerehet im. Li ser mijara balafirgehên me û em ê çawa xwe bigihînin wan, ne rehetim. Ez bawer im heta em bi hevalbendên li herêmê re bicivin û xwe dûrî kiryarên wî yên li herêmê bixin, gelek kar jê re divê, nexasim li Deryaya Spî û mijara petrolê û hin xalên din ku demê dixwazin. "