image

PeyamaKurd - Senatorê Amerîkayê yê Komarî Jonhn Kennedy di çaçoveya yasaya Bîhêzkirina Ewlekariya Amerîkayê li Rojhilata Navîn de (Strengthening America’s Security in the Middle East Act) ji parastina Kurdan pêşniyara guhertina madeyekê di wê yasayê de kir.

Kennedy daxwaz kir madeya “Ji bo parastina Kurdan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de bikaranîna hêzê - Authorization for Use of Force to Defend the Kurds in Syria Resolution” li qanûna ‘Bîhêzkirina Ewlekariya Amerîkayê li Rojhilata Navîn’ bê zêdekirin.

Pêşniyarqanûna Senator Kennedy rê li ber wê yekê vedike ku dema êrîş li ser Kurdan bên kirin Serokê Amerîkayê dikare li hember êrîşkaran biryara bikaranîna hêza leşkerî bide.

 Senator Kennedy got, “Divê di polîtîkaya derve ya Amerîkayê de, her tim pêkhatdeyên ehlaqî hebin û ev berpirsiyariya me ye ku em ji hevpeymanên xwe re dilsoz bin.”

Kennedy destnîşan kir, “Kurdên Sûriyê di şerê me yê dijî DAIŞê de, hêza bêyî nabe bûn û nabe em wan bêparastin bihêlin. Wê ev guherîna qanûnê ewlekariya hevpeymanên me yên Kurd misoger bike û dê minetdariya me ya bo alîkariya wan a şerê dijî DAIŞê nîşan bide.”