image

PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî yê Eyaleta Rhode Islandê ji Partiya Demokrat Sheldon Whitehouse, ihtîmala êrîşên Tirkiyê bi ser Rojava de û heyrantiya xwe ya bo hewldanên Kurdan li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê nirxand.

‘Heyranekî mezin ê Kurdan im’

Li gorî raporta di amazonaws.com’ê de hatiye weşandin, Senator Whitehouseş, di panela bi navê 'Di polîtîkaya derve ya Amerîkayê de dîyalog û pêwendiyên derve’ de, got ku “Ez heyranekî mezin ê Kurdan im” û ev heyrantiya xwe ya Kurdan jî bi hewlên Kurdan ên Rojhilata Navîn ku digel Amerîkayê kar dikin ve girêda.

Whitehouse, destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê  bi saya şervanên Kurd di ewlehiyê de ye û li ser gefên Tirkiyê bo Rojava jî got, “Sedema ku Tirkiye hebûna YPGê wekî gef dibîne, zêdebûna nifûsa Kurdan a li wê herêma Sûriyê ye” û helwesta Enqerê jî wekî ‘rewşa panîkê’ şîrove kir.

 ‘Erdogan zilamekî pir xeter e’

Whitehouse  di axaftina xwe de got, “Li gorî min Erdogan zilamekî gelekî xeter e” û diyar kir, “Pêwîste em destûrê nedin welatên wekî Tirkiyê siyaseta me li gorî xwe biguherînin.”

Derbarê kirîna S-400an ji Rûsyayê jî Whitehouse da zanîn ku êdî dem hatiye xeteke stûrtir deynin navbera xwe û Tirkiyê û helwesta heta niha ya pasîf a Amerîkayê jî bi pêdiviya Amerîkayê ya bi baregehên esmanî yên Tirkiyê ve girêda.

Senatorê Amerîkî herî dawî jî li ser pirsa “Pêşeroja Tirkiyê ya berdewama endamtiya NATOyê heye yan na?’ jî got, “Her diçe wê kêmtir dike.”