image

PeyamaKurd - Erdogan bi awayekî eşkere diyar kir ku wê pêvajo bi bombardimana asmanî ya Sûriyê tenê nemîne. Guhertinên dawî dibe ku hevsengiya ji sala 2019an ve dewam dike, ber bi operasyona leşkerî ve veguherîne.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, piştî ku vê hefteyê îşaret bi operasyoneke bejahî li Sûriyeyê kir, bala her kesî çû ser helwesta Rûsya û Amerîkayê pirsa, ‘gelo wê Enqereyê ji vê rageşiyê dûr bikin?’  hat kirin.

Wê bi operasyona asmanî sînordar nebe

Erdogan di daxuyaniyên xwe yên, roja Yekşema borî de, di dema vegera ji merasîma Kûpaya FIFA ya Cîhanê ya li Qeterê de, anî ziman ku wê tişta ku Tirkiye dike bi operasyona asmanî tenê sînordar nebe.

Erdogan got; “Ev tenê bi operasyona asmanî ne sînordar e. Heger hinek welatê me û erda me aciz bikin, em ê bedelê wê bi wan bidin dayîn” û da zanîn ku ew ê ji bo gavên bê jî bi şêwirmendên xwe yên ewlehiyê re danûstandinê bike.

Ev rewşa ne gefa yekem a Erdogan bo operasyona bejahî li ser Sûriyê be jî, pispor di wê nêrînê de ne ku hevsengiya ji sala 2019an ve dewam dike, cara yekem e xwe vediguherîne operasyoneke leşkerî.

Pisporê polîtîkaya Tirkiyeyê û nivîskar Aaron Stein dibêje; bawerîpêanîna bi gotinên Erdogan, wê helwesteke gumanbar  be.

Aaron Stein di vê nêrînê de ye ku, “Ez tenê meyldarê guhdarîkirina Erdogan im û mijarê zêde tevlîhev nakim. Yanî, belê operasyoneke bejahî mimkun e.”

Stein herwiha dibêje ku hizra Tirkiyeyê girêdayî berteka Rûsyayê ye û diyar dike; “Moskowa qada asmanî ya Sûriyê kontrol dike û li vê herêma Sûriyê çavdêr hene. Lêbelê mijulbûna Rûsyayê ya bi dagirkirina Ukraynayê re, rewşê aloz dike. Dibe ku Tirkiye tim Rûsyayê nedîtî bike, lê heta niha ev nekiriye.”

Du pirsên bingehîn ên divê bên pirsîn!

Endamê Century International û akademisyenê Sûriyeyî Aron Lund jî dibêje, ew di gotinên Erdogan de şêlûbûnekê (nezelalî) dibîne.

Lund dide zanîn, "Erdogan ji meha Gulanê ve behsa operasyoneke bejahî bo wê herêma bakurê Sûriyê dike. Ev plana wî di danûstandinên mehên havînê de, rastî astenga Rûsyayê hat. Lê belê niha, Erdogan bi dayîna peyama ku ew dê yekîneyên bejahî bikar bînin, rewş bi giştî hat guhertin.”

Yek ji hokara ku guhertina rewşê bi xwe re aniye, wekî bersiva bombardimana Tirkiyeyê, êrîşa moşekî ya roja Duşemê li başûrê Tirkiyê hatibû kirin e.

Lund ku bi xwe nivîskarê du pirtûkên derbarê Sûriyeyê de ye, li ser rewşa dawî dibêje; ev pirsên bingehîn ên li benda bersivê ne hene:

  •  “Gelo wê Rûsya li dijî êrîşê raweste, yan jî li beramber hêsankirinê hin tiştan ji Tirkiyê bixwaze?
  • Yan jî Erdogan heger di êrîşan de berdewam be, wê Rûsya xwe radestî polîtîkaya Tirkiyeyê bike?”

Lund bibîr dixe ku wê nêzîkbûna şexsî ya navbera Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Erdogan, di vê rewşê de rol bilîze û diyar dike, “Mijara Sûriyê jî di nav de, di gelek mijaran de ne xwediyê heman nêrînê ne, lê pêwendiyeke wan saxlem û baş hatiye testkirin heye û berê jî li ser peymanên herî zehmet bi serkeftî gotûbêj kirin.”

Wê rola Amerîkayê çi be?

Dema em werin ser rola Amerîkayê, derbarê bandor û daxwazkariya destwerdanê de Stein îdia dike; “Amerîka li bakurê Sûriyeyê nabe aliyekî şer û pevçûneke rastîn û destwerdanê nake. Wê Enqere bi giştî tişta ku dixwaze bike.”

Kordînatorê Koşka Spî yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk jî daxuyaniyên wekî vê dan û got, “Tirkiye dixwaze sînorên wê bi ewle bin”.

Lê belê operasyonên asmanî yên li Sûriyeyê ji niha ve hêrsa endamên Kongreya Amerîkayê bi xwe re aniye. Endamê Kongreyê Frank Pallone, li ser Twitterê derbarê êrîşên asmanî yên Enqereyê de diyar kir, “Yek ji sedemên astengkirina firotina balafirên F16 bo Tirkiyeyê jî ev e.

Li aliyê din Wezareta Derve ya Amerîkayê jî banga rawestandina êrîşan li Enqereyê kir.


The National News | 

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd