image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, 4ê Îlona 2020an li gorî ûsûlên dîplomatîk serdana Tirkiyê kir û li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û piştre jî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anîn.

Serdana Nêçîrvan Bazanî ya Tirkiyê hem ji bo herêmê hem jî ji bo îtibara Herêma Kurdistanê li qada navnetewî xwedî girîngiyekê ye. Lewra danûstandinên siyasê ji bo îtibara Herêma Kurdistanê hem jî ji bo nîşandana hebûna gelê Kurd ji dinyayê re rêbazeke girîng a danasînê ye.

“Serdana Barzanî ya Enqerê dîsa hinek derdor aciz kirin”

Herêma Kurdistanê berî her tiştî êdî bûye xwedî feraseteke dewletî û dikare bi mentiqê dewletbûnê tevbigere ku êdî xwediyê wê serpêhatî û kêrhatinê ye. Li ser vê bingehê jî Hewlêr di çarçoveya protokola siyasî de, neçar e hevkariyên dewletî û ewlekariyê bi muxatabên xwe re pêk bîne.

Hatina Barzanî ya Enqerê wekî her car dîsa hinek derdor aciz kirin û li ser medyayê operasyonên reşkirin û pûçkirina wê serdanê hatin destpêkirin.

Gotinên hatin kirin û nivîsandin û bêbextî hemû jî diyar bûn: “Barzanî bi agir dilîze” – “Ajanê Tirkiyê Barzanî” – “Ti ferqa Barzanî û Tirkiyê nîne” û herwekî din…

Êdî ev derdorên vê propagandaya reşkirinê dikin baş dizanin ku wekî berê nikarin jê nan bixwin û sûdê bistînin. Herwiha ew kesên vê propagandayê dikin, naxwazin Kurd di vê cîhana globalî de cihê xwe bistînin.

 “Wê Hewlêr li Tirkiyê nûnertiya dîplomatîk veke. Wekî dewleteke Serbixwe…”

Di hevdîtinên şanda Kurdistanê û Tirkiyê de, geşedaneke girîng çêbû. Wê Hewlêr li Tirkiyê nûnertiya dîplomatîk veke. Heman wekî dewleteke serbixwe…

Medyaya malûm û qelemşorên wan, serdana Nêçîrvan Barzanî bi rexneyên tund li ser medya civakî û plotformên xwe belav kirin. Lê belê medya Başûr wekî her car li hember van hewlên wan bêdengî hilbijart.

“Di bidawîbûna operasyonan de rola Nêçîrvan Barzanî heye”

Lê belê Nêçîrvan Barzanî ji bo bidawîkirina operasyonên Tirkiyê yên ser Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re axivî û heman rojê ji aliyê Tirkiyê ve bi daxuyaniyekê hat ragihand, “Çalakiyên lêgerîn û vedîtinê hatin bidawîkirin”. Ev yek hêza dîplomasiyê ye.

Medya PKKê ku serdana Enqerê ya Nêçîrvan Barzanî wekî xiyanet bi nav kir ev şîrove jî kir; “Heger ne ji berxwedana gerîla bûye Nêçîrvan Barzanî nedikarî biçe Enqerê.”

Gelê Kurd rûbirûyî medyayeke wisa ye ku hevdîtina wekî ‘xiyanet’ bi nav kirin bi carekê re kirin serkeftina gerîla û ev yek nehat ferqkirin. Heman tişt ji bo medya tirkî jî derbas dibe. Çavuşoglu û Barzanî di taştê de hatin ba hev û li gorî prosedurê ala Kurdistanê jî li ser masê hatibû danîn.

“Çavuşoglu: Ev ne rast e!”

Medya Tirk û hin kesayetên siyasî (tevî ku hay ji protokala fermî hene jî) ji bo tevlîheviyê çêkin û Kurdan wekî dijmin nîşan bidin, êrîşî ala Kurdistanê kirin û ji bo nirxa gelê Kurd Ala Rengîn, gotinên wekî ‘pîne ango potekî’ bikar anîn.

Çavuşoglu jî li ser vê mijarê got, “Em ji ber danîna ala Kurdistanê ser masê têne rexnekirin, lê ev ne rast e.”

Gelek derdor jî baş dizanin ku Herêma Kurdistanê xwedî serboriyeke pêşketî ya protokolê ye û tevî mameleya xirab a Bexdayê jî bi hestiyarî tevdigere. Û ev helwest û hemleyên han jî ji bo Kurdistanê derfeta dewlemendkirina bîrewerbûneke girîng didin.

Ew derdorên malûm ku vê rewşê dibînin, ji bo serkeftinên Kurdan ên siyasî tune bihesibînin her cure xirabkariyê dikin û berê xelkê didin; kîndarî, nefret, hêrs û tundiya zihnî.