image

PeyamaKurd - Operasyonên Sûriyê ku Rûsya piştgiriyê didiyê, 3 hefte berê dest pê kiribûn û ji roja pêncşemê û heya niha xurttir bûne.

Artêşa Sûriyê, bi piştgiriya hêzên esmanî ya Rûsyayê dem bi dem sivîlan jî bombebaran dike û bi pêş de diçe. Tevî vê yekê jî rayagiştî ya navdewletî îtîrazeke xurt nehat. Lewra ji ber pêşhatên dawî pêşbînî tê kirin ku, rejîma Esad tevahiya Idlibê kontrol bike. Ev jî tê wateya ku hêzên cîhadîst bi tu awayî li Rojhilata Navîn nebin xwedî gotin û tu kes dê xwedîtiyê li wan neke, berovajî jî wê jî ew bêne piştguhkirin.

Ne tiştekî veşartiye ku Tirkiyê car caran bi awayekî veşartî û carinan jî eşkere piştgiriya van hêzan dike. Lê li hemberî pêşdeçûna artêşa Sûriyê hêzên çetewarî yên wekî Artaşa Azad a Sûriyê (ASA), Ceyş el Nasr, Lîwaya 23yemîn, Feylaq eş Şam, Ahrar eş Şam, artêşa Netewî ya Sûriyê û Eniya Rizgariya Niştimanî ku Tirkiyê piştgiriya wan dike biryar dane ku hêzên taqwîye bişînin Idlibê. Nayê zanîn bê ev biryar bi pêşniyara Tirkiyê yan bi awayekî xweser hatiye wergirtin lê ev komên ku hebûn û tunebûna xwe deyndarê hikûmeta Enqerê ne, dê li gorî daxwazên Enqerê tevbigerin.

Van rêxistinên ku peywendiyên wan bi hev re lawaz in û dem bi dem ji hev zilam û çekan direvînin di operasyonên artêşa Tirkiyê yên Mertala Firatê û Çiqilê Zeytûnê de bêmerc piştgirî dabûne Tirkiyê.

‘TIRKIYE DERDORA XWE NEREHET DIKE’

Rêveberiya Enqerê bi piştgiriya xwe ya bo van çeteyan ya li dijî aqilan û bi van helwestên xwe, ev demeke dirêj e yên li derdora xwe nerehet dike. Bi polîtîkayên xwe yên bêbingeh ji dêvla hewlên çareseriyê, qeyranê mezintir dike û dibe lehiyeke ku bêhna genî jê tê.

Bêdengiya Rûsya û Sûriyê cihê gumanê ye ji ber ku Artêşa Netewî ya Sûriyê ku Tirkiyê piştgiriya wê dan dike hêzên xwe li Idlibê bicî kirine û li hemberî vê gavê bêdengiyek heye.

‘ERDOGAN Û ENQERE JI BO DESTHILATA XWE ZILAMAN JÎ DİKUJIN’

Çend hefte berê heman rêxistinan bi sedan şervanên xwe li başurê Idlibê û bakurê Hamayê bicî kirine da ku êrîşî artêşa Sûriyê bikin lê li qada şerî tu bandora wan nebû û neçar man û bi şûnde vegerin.

Hikûmeta Enqerê ku xewn û xeyala împaratoriya berê dibine ji bo nam û nîşanan hêviyê ji mucîzeyên derewîn dike û hetta ji bo desthilata kesekî zilaman jî dikuje.

‘ERDOGAN DÊ ÇI VAN RÊXISTINAN BIKE?’

Rewşa hikûmeta Enqerê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku tu carî hewil nedaye bi Kurdan re peywendiyên xwe baş bike niha dişibe rewşa Stalîn a sala 1948an ku ji Cihûyan re digot, “ez nikarim wan bicûm jî û nikarim wan tif bikim û bavêjim jî!” Ji dêvla wan ve Cihû pêpes kiribûn. Wisa diyar e ku payîzî pirseke nû ya Tirkiyê rû dide. Bi lawaziya têkçûnê bi hezaran çekdar û komên cîhadîst gelo dê Erdogan biqurpînin yan jî dê tif bikin û bavêjin yan jî wekî Stalîn dê wan bicû û hewil bide biqurpîne?”