image

PeyamaKurd – 53 parlamentarên partiyên cuda yên Parlamentoya Fransayê  nameyeke bi sernavê ‘Destûrê nedin hevpeymanên Kurd ên Rojava bên kuştin’ ji Serokomar Emmanuel Macron re şandin. Parlamenteran xwest ku Fransa hewil bide, ‘Herêma Qedexeya Firînê’ ji bo Rojavayê Kurdistanê di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) de were avakirin.

Di nameyê de hat xwestin ku hikûmet û Serokomarê Fransayê bêhtir alîkariyê bidin hêzên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê û HSDê û ew piştevanî jî wekî erkeke ehlaqî û herwiha ewlehiya Fransayê şîrove kirin.

Parlamenteran got, divê Fransa hevpeymana me ya herî pêbawer û baş bernede û diyarkirin ku biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna ji Sûriyê metirsiya li ser Kurdên Sûriyê zêde kiriye û Tirkiye gefan li wan dixwe.

Herwiha di nameyê de behsa operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê jî hat kirin û hat gotin, dubarekirina operasyoneke bi wî rengî ji bo herêmê ‘felaket’ e.

Parlamenteran ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê jî xwest ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin û rêya gotûbêjan bi Tirkiyê re were vekirin.