image

PeyamaKurd – Fermandarê artêşa Tirkiyê ku hefteya borî hatiye xanenişînkirin Erdal Şener li ser rêkeftina Tirkiye-Amerîkayê ya ‘herêma ewle’ li bakurê Sûriyê ragihand ku êdî bi vê rêkeftinê rê li ber dewleta Kurdî ya PKK/PYDê hatiye vekirin.

Fermandarê Hêza Hevpişk a Pêywirên Taybet Tuggeneral Erdal Şener ku beriya niha li Sûriyê di nav danûstandinên ligel Amerîkayê de bû hefteyek berê hatibû xanenişînkirin.

Şener ji rojanemaya Cumhuriyetê re rêkeftina Amerîka-Tirkiyê ya li ser herêma ewle û damezirandina ‘Odeya Operasyonên Hevbeş’ nirxandiye û gotiye, “Amerîka destûrê nade ku PKK/PYD were tunekirin. Li pişt deriyan bi ser ketin ku operasyona bejahî ya artêşa Tirkiyê (TSK) dan sekinandin.”

Fermandarê Tirk Erdal Şener ku di operasyonên ‘Çiqla Zeytûnê’ û ‘Mertalê Firatê’ de cî girtiye û li Minbicê jî bi yekîneya eskerî ya Tirkiyê ligel Amerîkayê dewriye avêtiye dibêje: 

“Em rojekê jî neketin Minbicê. Ew dewriyeya bila dost ji derve bibînin bû. Niha behsa kûrahiya 30-40 km tê kirin. Ev bi temamî xeyal e. Heta ku li wê herêmê destwerdanên wekî Çiqla Zeytûnê û Mertalê Firatê çênebin, hûn nikarin PKK/PYDê ji wir paqij bikin. Rêya (bi rêkeftinê re) dewlata Kurdî bo PKK/PYDê hat vekirin.”

Şener behsa alîkariyên serbazî yên Amerîkayê bo hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dike û dide zanîn ku Amerîkayê heta niha 10-15 hezar TIR çek û alavên leşkerî daye wan û artêşek damezrandiye û dubare ji bo daxuyaniya rêkeftina herêma ewle diyar dike:

“Bi vê daxuyaniyê re em fêm dikin ku destûra operasyona leşkerî bo Tirkiyê nehatiye dayîn. Ji bo tansiyona raya giştî bê kêmkirin ev daxuyanî hat dayîn. Amerîkayê destûra destwerdana leşkerî neda ji ber ku hebûna xwe ya li wir ya bi PKK/PYDê didomîne nade ber çavan ku bê tunekirin.