
PeyamaKurd – Ji ber ku rêkeftina Şingalê ya navbera Hewlêr-Bexdayê nayê bicihanîn û hêzên Heşda Şeibî û PKK/YBŞ rê nadin vegera Şingaliyan, bi deh hezaran koçberên Êzidiyên Şingalê di vê hilbijartina Iraqê de neçar man ji kampan dengên xwe bidin daku nûnerên xwe bişînin parlamentoya Iraqê.
Li gorî amaran bi qasî 72.000 hilbijêrên Êzidî li 14 kampên Duhokê jiyana xwe didomînin ku devî zarokên wan dibe nêzî 150.000 kesan. Herwiha 150.000 Êzidî jî li deverên din dijîn ku hejmara wan digihe 300 hezar kesan ku ji ber asayînekirina rewşê û astengiyên hêzên li Şingalê, Êzidî nevegeriyane cih û warên xwe. Lewma jî hejmarek gelek kêm ji xelkê Şingalê li cih û warên xwe dikarin dengê xwe bikar bînin.
Di hilbijartinên giştî yên Iraqê de, 3 kursiyên Şengalê hene û kursiyek jî wekî kota ji bo Êzidiyan li Parêzgeha Neynewayê hatiye terxankirin.
Di dengdana taybet de ku 8ê Cotmehê birêve çû de, bi deh hezaran êzidiyên Şingalê jî ji nav kampan dengê xwe bi kar anîn daku nûnerên xwe bişînin parlamentoya Iraqê.
Hêjayî gotinê ye, 3 namzedên PDKê yên bo Êzidiyên Şingalê hene ku ew jî Viyan Dexîl, Mehma Xelîl û Macid Şengalî ne. Hefteya borî dema namzedên PDKê diçûn bangeşeya hilbijartinê li Şingalê, ji aliyê hêzên girêdayî PKK û Heşda Şeibî ve hatibûn astengkirin û vê yekê jî karvedaneke mezin bi xwe re anîbû û bertek hatibûn nîşandan.
Namzeda PDKê ya Şingalê Viyan Dexîl piştî wê bûyerê gotibû: “Baş e vaye rêgirî li me hat kirin û me nikarî xwe bigihanda Şerfedîn û Şingalê ji bo bangeşeyê bikin. Birêz Kazimî te ji bo vê rêgiriyê çi ji me re kir? Ev rêgiriya ku îro li me hatiye kirin, wateya wê dagîrkirina Şingalê ye. Hêzeke biyanî Şingal dagîr kiriye û rê nade em bigihin wan cihan.”