image

PeyamaKurd - Endamê serkirdetiya PDKê Elî Ewnî li ser hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê got, PKK bûye sebebê wêranbûna beşek ji Herêma Kurdistanê û dixwaze şikestina xwe ya li Bakurê Kurdistanê bi ajandeya dagirkeran li ser Kurdistanê bisepîne.

Elî Ewnî li ser xirabkariyên PKKê li Herêma Kurdistanê ji K24 re daye xuyakirin, “Mixabin PKK di van şert û mercên hestiyar de bûye hêzeka metirsîdar di destê dagîrkeran de. Li her cihekî ku dagirker bixwazin ziyanê li bizava rizgarîxwaza Kurdistanê bidin, PKK roleke negatîf dilîze. Mîna hespê Troda lê hatiye û dijmin radikişîne nav Kurdistanê. Rola PKKê ew e ku ti bizaveka nasiyonalîstî ya kurdî negihê armanca xwe. Ew li dijî Kurdistanê kar dikin û hevkariya dijminên Kurdistanê dikin.”

Elî Ewnî daye zanîn, “Hêz û çeteyên tirkan, her cihekî ku bixwazin dagir bikin, PKK behane dide wan û wan radikişîne nav kûrahiya xaka Hreêma Kurdistanê. Li Rojavayê Kurdistanê bûne sebeba wê yekê ku dinya bi guman li maf û heqxwaziya gelê kurd binêre. Li Rojhilatê Kurdistanê tevlî dezgehên îstixbaratê bûne û li dijî aliyên resen xebat dikin. Li Şingal û Mexmûrê bûne beşek ji Heşda Şeibî û mûçeyê xwe ji Heşda Şeibî werdigirin. Bûne çete û li her derî xirabkarî û aloziyan çêdikin. Dixebitin ji bona ku alîgirtî û dilsoziya gelê Kurdistanê bo hikûmet û bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê lawaz bikin. Ew, bizava koletî û ne rizgarîxwaziya Kurdistanê ne.”

Ewnî dibêje, “Armanca PKKê ew e hejmûna dagîrkeran bi ser Kurdistanê de bisepîne. Ew karên ku PKK dike, bo veşartina şikestên xwe li Bakûrê Kurdistanê ye. Heta niha nekarîne bihustek xaka Kurdistanê rizgar bikin. Di hemû waran de şikest xwarine, ji ber wê jî dixwazin bi reftarên Donkîşotane xwe nîşan bidin.”

Serkirdeyê PDKê destnîşan dike, cihê xebata PKKê ne Başûr e, belkû Bakûrê Kurdistanê ye. Ew bûne bela li ser serê xelkê, gundiyan û cotkarên Kurdistanê. Ew bûne sebeba wêranbûna beşek ji Herêma Kurdistanê û naxwazin Herêma Kurdistanê pêş bikeve.

Elî Ewnî got, “Hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê ne rewa ye. Yan divê çekên xwe daeynin û mîna koçberan li vir bijîn yan jî divê li vir nemînin.”

Ewnî li ser daxuyaniya PKKê ya ku dibêje, wan rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav girtine jî, dibêje, “Kenê mirov bi wan tiştan tê!”