image

PeyamaKurd – Kurd asayîkirina pêwendiyên Îsraîlê yên bi welatên erebî re ji nêzîk ve dişopînin. Ligel başkirina pêwendiyên Îsraîlê bi welatên erebî re jî pêwendiyên herdu civakên xwedî rabirduyeke dîrokî ango Kurd û Cihû ji ber sedemên jeostratejîk û konjontura li Rojhilata Navîn negihîştine asteke fermî û eşkere.

Nivîskarê The Times of Israelê Qasim Xidir analîzek bi sernavê “Kurd asayîkirina têkiliyên Îsraîlê yên bi dijminên wan ên berê Ereban re temaşe dikin” weşandiye.

Xidir di nivîsa xwe de balê dikişîne ser ku gelek kesên li Herêma Kurdistanê dibêjin, ew welatên erebî yên niha Îsraîl bi wan re têkiliyên xwe normal dike, Kurd wekî ajanên Îsraîlê dinirxandin û bi çavê şeytan li wan dinihêrtin.

 “Di navbera Kurdan û Cihûyan de pevgirêdaneke hestiyarî heye”

Di analîzê de tê gotin ku pêngavên diyalog û normalkirina têkiliyên bi Îsraîlê re di nav welatên ereb di wekî manewrayeke bilez pêk hatiye, lê belê gelek kesên li Herêma Kurdistanê ku wan welatên ereb bi ajantiya Îsraîlê tohmetbar dikirin dibêjin, ev gaveke derengmayî ye.

Mamosteyekî Kurd ê 38 salî li Hewlêrê Himdad Nejad dibêje, “Welatên ereb û Îsraîl normal dibin. Lê belê ji ber bedadîya ku herdu civak rûbirûyê wê bûne, di navbera Kurdan û Cîhuyan de pevgirêdaneke hestiyarî heye.”

Di beşeke din a nivîsê de parçekirina Kurdan li nav Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyê tê bibîrxistin û tê gotin, bi salan rastî zilmê hatine. Dewleteke wan tune ye. Cîhû rûbirû heman mameleyê bûbûn heta ku sala 1948 dewleta xwe ava kirin.

Têbînîyeke girîng: Dema cihû ji Iraqê reviyan ku biçin Îsraîlê bi giştî ji ser axa Herêma Kurdistanê re derbas bûn.

"Îsraîlê piştgirî da referandûma serxwebûna Kurdan”

Di nivîsê de tê diyarkirin ku Îsraîlê li hember zilman rejîma Sedam Huseyîn a salên 1980-1990an alîkariyên mirovî û leşkerî daye Kurdan û herwiha herî dawî piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê ya sala 2017an kiriye.

“Heger Îsraîl li Bexdayê balyozxaneyê veke, wê li Hewlêrê jî konsulxane bê vekirin”

Di analîzê de tê bibîrxistin ku Herêma Kurdistanê niha wek herêmeke xweser tê birêvebirin. Xwedî hêzên xwe yên ewlekariyê ye û herwiha sînorên xwe yên ligel Îran, Sûriye û Tirkiyê diparêze.

Di nivîsê de serî li nêrîna Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Parlamentoya Kurdistanê Rebwar Babakye jî hatiye dayîn ku ji AFPê re gotiye, ji bo Iraq bikare aştiya herêmê dabîn bike pêwîste bi Îsraîlê re têkiliyên xwe normal bike.

Babakye balê dikişîne ser girêdana pêwendiyên derve yên Iraqê û Kurdistanê ya bihevre û dibêje, "Heger sibe li Bexdayê balyozxaneya Îsraîlê bê vekirin, dusibe jî li Hewlêrê konsulxaneya Îsraîlê wê bê vekirin.”

Şîrovekar Hîwa Othman jî îdia dike ku tevî hebûna girêdanên wan ên dîrokî jî îhtimala nêzîkbûna Îsraîlê û Kurdên Iraqê nîne.

“Êdî pêwistiya Kurdan bi navbeynkaran nîne”

Bi salan Kurdan ji bo xwe bigihînin hêzar super a Amerîkayê, hewl dane girêdanên xwe yên bi Îsraîlê re xurt bikin.

Othman ji AFPê re daye xuyakirin, "Niha êdî pêwîstiya Kurdan ji bo xwe gihandina Amerîkayê bi navbeynkaran nîne. Ji ber wê jî hewce nake ji bo têkiliyên siyasî bi welatên din re deynin Îsraîlê yan jî welatekî din wekî pir bikar bînin.”

Akademisyen Bilal Wahab ku li Herêma Kurdistanê di Enstîtuya Rojhilata Nêzîk a Washington de kar dike jî li ser pêwendiyên Kurdan bi Îsraîlê re vê şîroveyê dike:

“Halê hazir pêwendiyên dîplomatîk ên Îsraîlê li gorî girêdana wan a civakî lawaztir xuya dike. Niha Îsraîl bi îmarat û Behreynê re têkiliyên xwe asayî kirin û li şûna Kurdan di berdewamê de berê xwe da Sûdan û niha jî berê xwe didin Erebistana Siûdî. Rojên baş ên vê têkiliyê (Kurd-Îsraîl) li rabirduyê bûn, ne li dahatuyê ne.”