image

PeyamaKurd – Daxuyaniya bi şev a 13ê Çileyê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser twitterê hişyariya êrîşa ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê da Tirkiyê, di medya cîhanê de bû rojeva sereke.

Trump got, “Heger hûn li Kurdan bidin, em ê aboriya we hilweşînin.”

PeyamaKurd di medya cîhanê de, karvedana daxuyaniya Trump berhev kir.

Al Jazeera: Amerîkayê li ser îhtimala êrîşeke Tirkiyê ya ser hêzên Kurd hişyariya ‘hilweşandina’ aboriyê da Tirkiyê. Trump ji Enqerê re dibêje, hêzên Kurd û grûbên terorîst tevlîhev neke.

Rojnameya Times: Donald Trump: Heger êrîşê Kurdan bikin dê Amerîka aboriya Tirkiyê hilweşîne.  Trump di daxuyaniya xwe ya roja yekşemê de, hişyarî da Tirkiyê ku heger êrîşî hêzên Kurd bike, dê Amerîka ‘Aboriya Tirkiyê hilweşîne’.

The Telegraph: Donald Trump, daxuyakirin ku dê Amerîka ji Sûriyê vekişe. Trump herwiha derbarê Kurdan de hişyarî da Tirkiyê.

Press TV: Heger Tirkiye li Sûriyê li Kurdan bixe, dê Trump aboriya wan hilweşîne. Trump li ser êrîşeke dijî Kurdan gefa hilweşandina aboriyê li Tirkiyê xwar.

France 24: Trump li ser îhtimala êrîşeke ser Kurdan hişyariya hilweşîna aboriyê da Tirkiyê.

The Guardian: Trump got ku ‘Heger Tirkiye êrîşê Kurdan bike, ew dê ji hêla aborî ve Tirkiyê têk bibe.”

Trump di twîta xwe de ragihand ku dê herêmeke ewlehiyê ya 20 kîlometran were avakirin. Herwiha got, naxwazim Kurd jî Tirkiyê provoke bikin.

Deutsche Welle: Tirkiye êrîşî Kurdan bike, dê Trump ‘Aboriya Tirkiyê hilweşîne.’

BBC: Trump ji bo Kurdan gefa ‘hilweşandina’ aboriyê li Tirkiyê xwar. Trump gef li Tirkiyê xwar ku, heger Tirkiye êrîşê hêzên Kurd ên Sûriyê bike, dê aboriya Tirkiyê têk bide.

Middle East Eye: Trump li ser êrîşa Kurdan gefa hilweşandina aboriya Tirkiyê dixwe. Hevpeymaniyê şerê dijî DAIŞê yê li Sûriyê bi pêşengiya HSDê pêk anî.

The Times of Israel: Trump gefê li Tirkiyê dixwe ku heger li Kurdan bixe, dê aboriya Tirkiyê hilweşîne. Amerîkayê hişyariya têkdana aboriyê da Tirkiyê.

Fox News: Trump biryara derengmayî ya vekişîna ji Sûriyê ragihand. Got ku heger Tirkiye êrîşî Kurdan bike, dê aboriya wê têk biçe.

CNN: Trump gefê li Tirkiyê dixwe ku, heger êrîşî Kurdên Sûriyê bike, dê aboriya wan hilweşîne.