image

PeyamaKurd – Akademîsyen Prof. Dr. Azîz Yagan, li ser mijara hebûna neyasayî ya PKKê û derxistina aloziyan li Herêma Kurdistanê ji aliyê wê rêxistinê ve, bangewazîyek li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got, “Ez wan vedixwînim ku ji bo mijara PKKê çareseriyeke çawa wê didin ber xwe, ligel hurgiliyên wê planê ji raya giştî ya Kurd û cîhanê re eşkere bikin.”

Prof. Dr. Azîz Yagan di bangewaziya xwe de balê dikişîne ser hebûna PKKê li nav axa Herêma Kurdistanê û dibêje, “Êdî ji aliyê derdorên cuda ve bi awayekî eşkere û bi dengekî bilindtir tê gotin ku ew PKKê li herêma Kurdistanê naxwazin. Wekî başûriyan kurdên bakur jî rêbaza tundiyê ya PKKê û encamên wê yên texrîbata aborî, mirin, zindan û koçberkirinê red dikin û dixwazin dawiyê li wan kiryarên xwe bîne. Herwiha rêxistineke ne li gorî karektera sedsala 20an e û li gelek welatan jî bi awayekî nayê xwestin û îllegal hatiye pênasekirin.”

Akademîsyen Yagan bi çend xalan balê dikişîne ser ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî, leşkerî û civakî ve bi hurbînî li ser mijara PKKê raweste dibêje, ezmûna Herêma Kurdistanê ya 15 salan ku gelek pêngavên çaksaziyê avêtine baweriyê dide, lewma jî divê Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî derbarê ku PKK li Herêma Kurdistanê nayê xwestin û sedemên wê bikevin nav hewldanê.

Azîz Yagan di dawiyê de ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike, sedemên navxweyî û derveyî yên ku çima nikarin ji aliyê yasayên Herêma Kurdistanê ve kontrol bikin û wekî welatên din mameleya terorê lê nakin bikolin û ji raya giştî ya Kurd û Cîhanê re eşkere bikin.