image

PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê John Bolton daxuyakirin ku heger hewce bike ji bo dabînkirina ewelekariya Kurdên Sûriyê ew dê bi Rûsyayê re hevdîtinan bikin.

Bolton ji medya Amerîkî re got, ‘Hûn dizanin Kurdên Sûriyê di rewşeke gelekî zehmet de ne’ û wiha axivî:

“Serok Trump difikire ku ew (Kurd) ji me re dilsoz in. Ev ji Tayyip Erdogan re jî gotiye. Divê em jê piştrast bin ku Kurd zirarê nabînin. Mijara ku em bi Tirkiyê re diaxivin ev e. Hewce bike em ê vê bi Rûsyayê re jî biaxivin.”

Şêwirmendê Trump herwiha bal kişand ser danûstandinên Kurdan bi Şamê re û got, em texmîn dikin ku bi vekişîna leşkerên Amerîkî re dê Rûsya ji başkirina têkiliyên Kurdan û Şamê kêfxweş bibe.

Bolton fikarên Amerîkayê yên derbarê rejîma Esed, Rûsya û Îranê de anîn ziman û diyar kir, “Ji bo rejîma Esed fikarên me hene. Ji bo hêzên Îranê yên piştgiriyê didin Esed fikarên me hene. Herwiha ji bo Rûsyayê ku dibe Rojava bixe kontrola xwe jî fikarên me hene.”