image

PeyamaKurd – Li Rojhilata Navîn ku navenda aloziyan e, her roj di siyaseta rojane de rojeveke nû xwe dide der û hemleyên cuda cuda yên polîtîk tên kirin. Bi taybet piştî şerê rêxistina terorîst DAIŞê ku kurdan bi têkoşîn û hêza xwe deng vedan û hinek derdor û dewletên bi wan re tifaqê dikin hewil didin îtibara kurdan têk bidin.

Ew welatên han bi gotinên nexweş ên sivikatîyê û bi belavkirina têgehên wekî ‘terorîst’ û ‘kevneperest-paşmayî’ bo kurdan ku heta pênasekirina wekî ‘heywan’ dixwazin bi îtibara kurdan bilîzin û wan li pêş raya giştî ya cîhanê piçûk bixin.

Gelê Kurd ji peymana Qesrî Şîrîn heta Sykes Picotê ji aliyê wan dewletan ve hatiye parkirin û wekî êmekî her tim li ser sifreya wan hatiye pêşkeşkirin. Heta ku Kurdan dengê xwe ji wan re nekiriye wekî qaşo ‘bira’ hatine dîtin û dema li hemberî zordariya wan serê rakirine jî yekser wekî dijmin û terorîst hatine binavkirin û pêpestkirin ku ev jî hem bi awayê polîtîk hem jî bi rêya medyayê bi awayekî profesyonel hatiye kirin.

‘Daxuyaniyên dijî Kurdan ên nayên qebûlkirin’

Bêguman miletê ku li Rojhilata Navîn herî zêde êşê dikişîne gelê Kurd e. Gelê Kurd ji Nemrûdan bigire heta Sedaman gelek caran rûbirûyî qetlîaman û terkî proseyên komkujiyan hatiye kirin. Aktorê sereke yê rejîma Beas Sedam Hûsên her cure zilm û zorî bi Kurdan kiriye û li gorî hiqûqa navdewletî tawanên mirovahiyê li hemberî Kurdan kirine.

Li demeke ku tawanên dijî Kurdan ên Sedam ji aliyê tevaya dinyayê ve tên zanîn û nahletkirin; yek ji rêveberên Îtilafa opozisyona Sûriyê Tuggeneral Esad ez-Zabî doh li ser hesabê xwe yê şexsî yê twitterê wiha gotiye:

“Me çi wextî rastiya rêxistina terorîst a Kurd PYDê îfşa kiribe, keriyek heywan derdikevin û dizirin û diewtînin û qileqilê dikin û wekî kêzikan circirê dikin. Ji bo qelandina koka wan heşeratan pêdivî bi dermanan nîne. Gotina Sedam bes e. Ji bo vê jî bi hezaran caran rehmetê li Sedam dikim.”

Ez-Zabîyê şoven piştî bertekan daxuyaniyeke din da û vê carê jî got, “Gotinên min şaş hatine fêmkirin, ji Kurdên Iraqê lêborînê dixwazim. Min qesta Kurdên Iraqê nekiriye. Em jî li Sûriyê êşên mîna yên birayên xwe yên Kurd ên Iraqê dijîn. Min qesta yên ku li Qamişlo, Hesekê û Reqayê ligel rejîmê heqaretê li kurd û ereban dikin, kiriye. Ez birayên xwe yên Kurd û PYDê ji hev cuda dikim.”

Ji pirsa “Madem tu hemû kurdan qest nakî, çima rehmetê li Sedam dikî?” jî ez-Zabî dibêje, “Sedam li dijî Îranê bû. Ji ber ku niha ew li dijî yên ku me li Sûriyê dikujin e, min rehmet lê kir. Ez Kurdên ku têkoşînê didin û PYD ya bi rejîmê re têkiliya wan heye wekî hev nabînim. Min qesta PYDê kir. Birayên xwe yên Kurd ên li Kurdistanê silav dikim. Ez têkoşîna kurdan hêja dibînim.”

 ‘Ma PYD jî ne Kurd e?’

PYD yek ji partnera herî girîng a Hevpeymana Navdewletî ya Dijî DAIŞê ye li Rojhilata Navîn û baskê wê yê leşkerî jî YPG ye.

Herwiha YPG hêza sereke ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye li Sûriyê ku Amerîka piştgiriya wê dike.

Hêza ku bi hevkariya hevpeymaniyê DAIŞ têk biriye YPG ye û raya giştî ya cîhanê jî di nav de, her kes dizane ku YPG/PYD Kurd in. Çawa ku ev rastiya eşkere li holê ye û ez-Zabî dibêje, ‘min qesta PYDê kir’ ji nijadperestî û kustehiyê pê ve ne tiştekî din e û daxuyaniya wî ya nû jî kustahiyeke ji qebheta wî mezintir e.

Naxwe dema Kurdan (HSD/PYD) rêxistina terorîst DAIŞ ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê paqijkirin Tuggeneral Ez-Zabî li ku derê bû? Yan jî pirseke din; Gelo yên ku ev bermayiyê Sedam ê şovenî dane axaftin çi kes in û li demeke ku şirîkên hevpeymaniya navdewletî prestîja Kurdan zêde bûye bi daxuyaniyên nijadperestî armanca çi dikin?

Daxuyaniyên Ez-Zabî rasterast Kurdan eleqedar dike û bi gotinên vî kesî yên ‘Birayên xwe yên Kurd ên li Kurdistanê silav dikim. Ez têkoşîna kurdan hêja dibînim’  jî ti Kurdek nayê xapandin.

‘Berteka ewil bo daxuyaniyên şovenî û kustahî’

Rêveberê Îtilafa opozisyona Sûriyê Abdullah Gedo li ser peyama twitterê ya rêveberê berê yê nav Îtilafê Tuggeneral Esad ez-Zabî ku gotinên şovenî yên wekî ‘nazîyan’ ji bo Kurdan kiribûn got, “Ez-Zabî li ser xeta rejîma Sûriyê dimeşe. Rejîmên nazî û beas tehemula nêrînên cuda nakin.”

Gedo bertek nîşanî gotinên Zabî da û got ku ew nûnertiya Îtilafa Sûriyê nake û diyar kir, “Niha pêwîstiya şoreşa Sûriyê bi biratî û yekrêziya hemû gelan heye.”

Abdullah Gedo herwiha gotinên Zabî wekî xwenîşandana zihniyeta şovenî ya erebî rave kir û got ku ew vê yekê wekî pirsgirêkeke derûnî dinirxîne û diyar kir, “Ez hizr nakim ku di bin van gotinan de niyeteke baş hebe.”

Lê belê li vir ya girîng ew e ku aliyên PYD û ENKSê daxuyaniyê bidin. Lewra ez-Zabî bi ser hedefgirtina PYDê re li ser ENKSê dilîze û dixwaze li Rojava ENKSê bixe bin fişarê.

Divê ev helwesta şovenî ya Esad ez-Zabî ku bi zêdegavî û sivikatî Kurdan dişibîne heşerat û heywanan, di çarçoveya serkeftinên vê dawiyê yên Kurdan û bêtehemuliya aliyên dijberên Kurdan de bê nirxandin.

Heke mirov bala xwe bide ser, li demeke ku qaremanî û serkeftinên Kurdan ên 5 salîn dawî tên pîrozkirin de, kesayetên wisa rêza sêyemîn bi nasnameyên xwe polîtîk û bi zimanê kuçeyan niyeta xwe ya rastîn a şovenî li hemberî qaşo ‘birayên kurd’ re nîşan didin.

‘Helwest û rola ENKSê girîng e’

Beriya daxuyaniyên kirêt ên Esad ez-Zabî Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê (Îtilaf) Ebdilhekîm Beşar  ku rêveberê ENKSê ye li ser rêkeftina Amerîka-Tirkiyê ya ‘herêma ewle’ gotibû, “Pêwîste rola Pêşmergeyên Roj li herêmê hebe’.

Hûn bala xwe bidin ser, ev herdu nav jî endamên Îtilafê yên cîgirê serok in û Beşar herwiha endamê ENKSê û Sekreterê berê yê PDK-Syê bû.

Helbet ENKS yek aktorên girîng ên Rojavayê Kurdistanê ye, lê belê van demên dawî li dijî ENKSê reşkirineke siyasî tê kirin û tê tawanbarkirin. Li vir babeta girîng jî ev e ku di nav ENKSê de hinek derdorên cî girtine û bereyeke ku Kurdan bera hev bidin ava dikin.

Ev rewşa xerab a ku ENKS ketiyê û ji ber nediyariya kesayet û derodên qirêj ên bi wan re têkiliyê dikin derketiye holê. Ango ya ku bê kirin ev e ku ENKS divê pêngava ez-Zabî ya qirêj red bike û hêza xwe ya wekî sazî û wekî girseyî ya Rojavayê Kurdistanê bikar bîne û li ser vê rewşê çareseriyan ji bo gelê Kurd biafirîne.

Heger ENKS bê helwest bimîne dibe Kurd ber valahiyekê de biçin’

Li vir wezîfe helbet dikeve ser milê Ebdulhekîm Beşar. Çimkî wekî li jor hat behskirin, hem sekreterê berê yê PDK-Sê ye û herwiha hêzeke siyasî di nav opozisyonê de di destê wî de heye. Lê vê hêza xwe bikar tîne yan em nizanin? Wê dem ji me re nîşan bide. Lewra Ebdulhekîm Beşar, wekî şexsiyetek ji PDK-Sê cuda bi pesindayîna xwe ya kesayetên alîgirên Tirkiyê yên wekî Esad ez Zabî jî tê naskirin. Ligel vê nêzîkatiya wî kesî jî Beşar hîn jî bêdeng e û dema wê hatiye ku PDK-S hedê wî nîşanî wî bide. Beşar êdî helwestên dijî kevneşopa PDKê ji xwe re kiriye adet û têkiliyên wisa jî berdewam dike.

Heger Beşar berpirsiya vê rewşê negire ser xwe û êdî du rê dimînin.

Yek; ‘Yan dê ENKS herêmê berde radestî kesên wekî Tuggeneral ez-Zabî bike, yan jî wê Ebdulhekîm Beşar wî meqamî berde.”

Didu; Gotinên Esad ez-Zabî yên dijî Kurdan nayên qebûlkirin û Ebdulhekîm Beşar jî li heman Îtilafa Sûriyê ku ew jî di nav de ye, kar dike. Hebûna van herdu navan li heman fraksiyonê dê Kurdan ji ENKSê dûr bixe û dibe bibe zemîna ku Kurd li herêmê ber bi valahiyekê ve biçin.