image

PeyamaKurd – Serkirdeyê PKKê Cemîl Bayik ragihand ku bi pêşengiya Amerîkayê Kurd jî di nav de, hewil tê dayîn ku bereyeke dijî Îranê were avakirin, lê belê PKK li ber vê hevpeymaniyê asteng e û rê nade.

Bayik ji televizyona nêzî rêxistina xwe Medya TVyê re axivî û li ser avakirina koalîsyona dijî Îranê daxuyakirin ku PKK pêşiya wê digire:

“Li vir (Amerîka) rûbirûyî hin astengan dibe. Astenga PKKê ya herî mezin e. Li gorî wan astenga Îranê heye. Hewil dide van astengan ji holê rake. Yanî diyar e ku Amerîka, dixwaze Tirkiye, Iraq û Kurdan bikişîne aliyê xwe û li dijî Îranê bixe tevgerê.”

Bayik got, “Lê belê li vir astenga PKKê derdikeve pêşiya wan. PKK rê nade ku Kurd bi tevahî beşdarî vê hevpeymaniyê bibin. (Amerîka) Vê dibîne û dixwaze vê astengê ji holê rake.”

Bayik herwiha diyar kir ku biryara xelatdanîna ser serkirdeyên PKKê ya Amerîkayê jî piştî sepandina dorpêçên 5ê Mijdarê yên ser îranê, ango 6ê Mijdarê hatiye ragihandin ku ew jî bi mijarê ve girêdayî ye.