image

PeyamaKurd – Beriya hilbijartinên seroktiya Amerîkayê bi çend rojan ku 3yê Mijdara 2020an birêve diçin, ajansa nûçeyan a cîhanî Reutersê analîzek li ser hilbijartinên Amerîkayê weşand.

Li gorî wê analîzê ku daneyên xwe dispêreke rapirsîyên dawî yên hilbijartinê namzedê Demokrat Joe Biden li hember namzedê Komarî Donald Trump ê serokê niha yê Amerîkayê li pêş e.

Di analîzê de bi berfirehî li ser îhtimala hilbijartina Joe Biden tê rawestîn û behsa guherîna pêwendiyên ligel welatan û deshilatdariyên wan tê kirin.

Li gorî analîza Reuterê heger Biden bê hilbijartin xuya dibe ku welatê herî zêde winda bike wê Tirkiye û Erdogan be ji ber ku bi pêwendiyên şexsî heta niha têkiliyên xwe bi Trump re meşandiye.

Reuters di analîza bi navê Jonathan Spier hatiye belavkirin de, balê dikişîne ser nakokiyên deshilata Erdogan a bi rêveberiya Amerîkayê re û dibêje, bi taybet wê li ser mijarên S-400ên rûsî, destwerdana leşkerî ya derve ji aliyê deshilatdariya Erdogan ve ku li Libya, Sûriye, Azerbaycan tê kirin û aloziyên li Rojhilatê Derya Spî xeta nû ya siyaseta Amerîkayê di deshilatdariya Joe Biden de diyar bikin.

Di beşeke analîzê de bal tê kişandin ku dema Biden were hilbijartin wê dorpêç û cezayên ji aliyê rêveberiya Trump ve li hember Tirkiyê hatine hilawistin ji nû ve werin rojevê û bi îhtimaleke mezin yasaya CAATSA ya kirîna çekan ji dijminan (S-400ên Rûsî) bikeve dewrê.

Herwiha tê gotin ku dema Joe Biden were hilbijartin, wê nirxê lîreyê tirk ku niha li hember dolar gelekî kêm bûye bêhtir bikeve ku ev jî ji daxuyaniyên Biden ên li ser Tirkiyê û deshilatdariya Erdogan diyar dibe.

Pisporê di analîzê de nêrînên wan hatine standin jî diyar dikin ku heger Biden bê hilbijartin wê rîska sepandina dorpêçan li ser Tirkiyê teqez zêde bibe ku Tirkiye ji xwe li ber krîzeke kûr a aborî ye û bazara wê ya fînansê jî bê îstiqrar e.

Herwiha di analîza navborî de, piştî hilbijartina Joe Biden behsa xebatên lobiyê yên rêveberiya Tirkiyê jî tê kirin û tê gotin, "Lê belê heger  Biden bê hilbijartin, wê girêdanên Erdogan ên bi kanalên veşarî li Koşka Spî dimeşîne gelekî lawaz bibin. Lê Erdogan dîsa jî kesekî pragmatîk e, dibe li rêyeke din bigere.”

Hêjayî gotinê ye, sala borî Amerîkayê ji ber kirîna S-400ên Rûsî Tirkiye ji bernameya balafirên F-35an derxistibû û yasaya dorpêçan jî niha li ber Koşka Spî ye ku Trump ji ber têkiliyên xwe yên bi Erdogan re îmze nekiribû.