image

PeyamaKurd -  Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) analîzeke berfireh li ser biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê û soza paqijkirina DAIŞê ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan belav kir.

Li gor analîstên rojhilatnas ên ji AFPê re axivî ne, Trump her çiqas gotiye dê ji niha şûnde têkoşîna dijî DAIŞê Tirkiye bide jî sedemên serneketina Tirkiyê li dijî DAIŞê raxistine pêş çavan.

Li gor analîzê, artêşa Tirkiyê û komên çekdarên opozîsyona Sûriyê yê girêdayî wê bi qasî 400 kîlometran dûrî qadên ku hebûna DAIŞê lê berdewam dike ne û ev jî tê wê wateyê ku pir zehmet e ew kar bê kirin.

Di raporta AFPê de bi zarê analîstan tê gotin, komên çekdar ên bi navê Artêşa Sûriya Azad ne xwedî wê hêzê ne ku Rojhilatê Sûriyê kontrol bikin û Amerîka piştgiriya wan bike jî dê demeke dirêj bajo.

Gelek ji analîstan dibêjin, tekane mebesta Tirkiyê Kurd in ku dixwazin daxuyaniyên vekişînê yên Trump wekî firsendekê bikar bînin û li şûna têkoşîna dijî DAIŞê ‘YPGê bikin armanca êrîşên xwe”.

Ji Navenda Lêkolînan a Chatham House Lina Khatib dibêje, Erdogan bêyî destnîşankirina planekê soza tunekirina DAIŞê daye Trump, lê nemimkun e bêyî planake aborî, civakî û siyasî stratejiyeke wiha bi ser bikeve ku ev di hevpeymaniya navdewletî bixwe de jî nîne.

Lina Khatib dide xuyakirin ku li Sûriyê niha tekane armanca Tirkiyê û Erdogan tunekirina YPG ye.

Herwiha dibêje, heger Tirkiye bi rastî bixwaze şerê DAIŞê bike, îhtimal e Tirkiye rûbirûyî êrîşên tolhindanê yên DAIŞê were.