image

PeyamaKurd - Komara Kurdistanê yan jî bi navê xwe yê din Komara Kurdistanê ya Mehabadê 22yê Çileya 1946an ji aliyê yekem Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed ve li meydana Çarçira ya Mahabad a Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin.

Di sedsala 20an de, piştî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya ku Şex Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê îlan kiribû, Komara Kurdistanê ya Mahabadê tecrubeya duyem a dewletbûna Kurdan bû.

Lê belê, hin welatan ji bo berjewendiyên xwe Komara Mehabadê feda kirin. Komara Kurdistanê ku 22ê Çileya sala 1946an bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li Meydana Çarçira ya Mahabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlankirin, 17ê Kanûna sala 1946an ango piştî 11 mehan, ji aliyê hêzên Rejîma Îranê ve bi piştgiriya Brîtanyayê hat hilweşandin.

Pêşewa Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Sadrî Qazî piştî ruxandina Komara Kurdistanê, li meydana Çarçira ku lê Komara Mehabadê hatibû ragihandin, ji aliyê rejîma hov a Îranê ve 31ê Adara 1947an hatin dardekirin.

Qazî Mihemed dema damezirandina Komara Kurdistanê li meydana Çarçira ya Mahabadê ev sond xwaribû:

 "Bi mezinahiya Xwedê, rumetiya Qur'ana Kerîm, li ser welat û ala min, ez sond diwxim, heta dilopa dawî ya xwîna min û nefesa min a dawî, bi can û malê xwe, di rêya azadiyê de, ji bo alên me li esmanan pêl bidin, ezê têbikoşim."

Em li ser navê PeyamaKurd wê roja pîroz a dîroka Kurdistanê bi dil û can yad dikin û wan pakrewanên doza Kurdistanê di şexsê Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên wî de bi bîr tînin.