image

PeyamaKurd - Mûçeyê kêmane yê xebatkar û karkerên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hat zêde kirin û ji 4.285 lîreyan bû 5 hezar û 500 lîreyê Tirkî.

Daxuyaniya zêdekirina mûçeyê kêmane ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve îro 1ê Tîrmehê hat ragihandin.

Erdogan eşkere kir, ji bo sala 2022yan zêdebûna mûçeyê kêmane ji %25 e û wernegirtina baca dahat û mohrê dê berdewam be û da zanîn, wê ji bo karsazan jî ji bo her karkerekî mehane 100 lîreyê Tirkî piştgirî bê dayîn.

Herwiha Erdogan got: “Bi dahata qeysî mûçeyê kêmane ku dê derveyî bacê bimîne ji bo karmend û kedkaran ev zêdebûn dê wek 300 lîre çêbibe.”

Hêjayî gotinê ye, di sala 2021ê de mûçeyê kêmane 2 hezar û 825 lîre bû û destpêka sala 2022yan jî bi zêdebûna ji %50 mûçeyê kêmane li Tirkiyê bûbû 4 hezar û 253 lîre.