image

PeyamaKurd - Serokê fermangeha hemahengî û dûvçûnê ya encûmena wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê, Ebdulhekîm Xesro ragihand, gelek bazirgan û kompanî ji hikûmetê pere wergirtine, lê hîn jî nedane.

Ebdulhekîm Xesro daye xuyakirin, heger ew bazirgan û kompanî di dema xwe de deynên xwe nedin hikûmet dê li gorî qanûnên deynan diravê xwe ji wan bistîne.

Xesro daye zanîn ku bazirgan û kompanî bi qasî 920 milyar dînaran deyndarên hikûmetê ne û divê deynên xwe bidin.