image

PeyamaKurd-Li gorî pêşnûmeya ku Wezareta Cotkariyê ya Rûsyayê pêşkêşî Hikûmeta Rûsyayê kiriye, tê payîn ku hinardeya birincî ji 1ê Tîrmehê pê ve ji bo mehekê were qedexekirin. Hat ragihandin ku armanca vê biryarê, parastina pergala piyaseya navxweyî ye.

Hat ragihandin ku ji bo parastina pergala pîyaseya navxweyî, Rûsya amadekariyan dike ku ji bo mehekê hinardeya birincî qedexe bike. Hat zanîn ku li gorî pêşnûmeya Wezareta Cotkariyê ya Rûsyayê, dibe ku di 1ê Tîrmehê de qedexe bê danîn û heta 31ê Tebaxê bidome.

Hikûmeta Rûsyayê, beriya niha jî ji bo parastina pergala piyaseya navxweyî, kota danîbû ser rûnê avî û hinardeya şekirî û qamişên şekirî yên ji bo Yekîtiya Aboriya Avrasyayê bi awayê derbasdar, qedexe kiribû.