image

PeyamaKurd – Lîreyê Tirkî her diçe bihayê xwe ji dest dide. Daketina lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî rekoreke nû ya dîrokî tomar kir û herî dawî, dolarek gihîşt 10.96 lîreyan.

Li Tirkiyê kêlî bi kêlî li hember dolarê Amerîkî daketina lîreyê Tirkî berdewam e û 18ê Mijdara 2021ê, dolarek gihîşt 10.96 lîreyan.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, do 17ê Mijdara 2021ê di civîna koma partiya xwe de li ser rewşa aborî, pêşhatên dawî yên li Tirkiyê û navçeyê axivî.

Erdogan amaje bi wê yekê da ku ew dê rûbirûyî faîzê û enflasyonê bibe û bêyî ku ti navekê bide da zanîn: “Bila hevalên me ên ku faîzê diparêzin li qisurê nenêrin, ez ne ligel wan kesan im ku faîzê diparêzim.”

Piştî vê daxuyaniya Erdogan, bihayê her dolarekî Amerîkî li beramber lîreyê Tirkî gihîşt derdora 10.96 lîreyan.

Banka Navendî ya Tirkiyê dê îro Pêncşemê18ê Mijdara 2021ê jî bicive û derbarê faîzê de biryareke nû bide. Tê çaverekirin rêjeya faîzê bê daxistin. Pispor dibêjin daxistina rêjeya faîzê dê bibe sedem ku lîreyê Tirkî zêdetir bihayê xwe ji dest bide.