image

PeyamaKurd – Serokê Rêxistina Kamyonan yê Amerîkayê Chris Spear, ji bo CNN ê ragihand ku di peydakirina ajotvanên kamyonan de pirsgirêk heye û bi taybetî di berya pandemiyê de pêdivî bi 61 hezar ajotvanan hebû û niha ew pêdivî %30 zêde bûye û gihaye 80 hezarî.

Spera ragihand ku di wexta pandemiyê de gelek ajotvan xaneşîn bûne û di vê dawiyê de, di zîncîreya amadekariyê de pirsgirêkên wan zêde bûne. Serokê rêxstinê her weha got ku hefteya borî Joe Biden ferman daye da di lîmanên Kalîforniyayê de, ji ber konteynir zêde civiyane, divê 24 si’et xebat dewam bike, biryara Biden başe û weha got:

“Eger di lîmanê de kamyon û ajotvan tinebin, qet cudahî tineye. Tenê ajotvan û kamyonên hene dikarin %71 ê mal barbikin, eger tedbir nên dîtin, heya sala 2030 an wê pêdiviya ajotvanan bigihê 160 hezarî.”