image

PeyamaKurd – Hikûmeta federal a Iraqê 200 milyar dînarê ku her meh ji bo mûçeyê karmendan dide hikûmeta Kurdistanê îro Duşemê şand.

Serokê nûnertiya hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ragihandiye ku hikûmeta Iraqê îro 8ê Mijdarê 200 milyar dînarê mûçe şandiye Hewlêrê.

Di çarçoveya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê de, hikûmeta Iraqê divê her meh 200 milyar dînar ji bo mûçeyê karmendan ji hikûmeta Kurdistanê re bişîne.

Biryar e piştî gihîştina 200 milyar dînaran mûçeyên karmendan ên mayî bilez were dayîn.