image

PeyamaKurd – Dolarê Amerîkî careke din, li hemberî Lîreyê Tirkiyê rekoreke dîrokî şikand û 9.26 derbas kir.

Daketina berdewam ya lîreya Tirkiyê rexneyên tund yên opozisyonê li pê xwe anîn, bi taybetî guhertina 3 berpirsên pilebilind ên Banka Navendî bi biryara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, do 15ê Cotmehê bi şandeke Maseya Aborî ya partiya xwe, serdana Banka Navendî kir û bi serokê bankê Şahab Kavcioglu re civiya.

Kiliçdaroglu piştî civîneke Saetek û nîvan, peyamek arasteyî Erdogan kir û daxwaz kir, êdî destwerdanê di karûbarê Banka Navendî de neke.

Serokê CHPê peyamek arasteyî Serokomarê Tirkiyê kir û da zanîn, siyasetê tevlî Banka Navendî neke û rêzê li nasnameya bankê bigire.