image

PeyamaKurd – Bihayê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî rekorek din a dîrokî şikand û vê sibê 11ê Mijdara 2021ê bihayê her dolarekî Amerîkî gihîşt 9.91 lîreyên Tirkî.

Do 10ê Mijdarê ligel eşkerekirina amarên enflasyona Amerîkayê, daketina lîreyê Tirkî lez girtibû û her dolareke Amerîkî gihîştibû 9,87 lîreyê Tirkî. Îro 11ê Mijdarê jî ev daketin berdewam kir û li beramberî dolarê Amerîkî di daketina lîreyê Tirkî de, rekoreke nû hat tomarkirin.

Daketina bihayê Lîreyê Tirkî û tomarkirina wê rekora nû piştî wê yekê hat ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, roja Şemiyê 23ê Cotmeha 2021ê gefa derxistina ji Tirkiyê li balyozên 10 welatan xwar û ew balyoz wek kesên nayên xwestin bi nav kirin.

Li gor aborînasan, gefa pêkanîna êrîşeke din li ser Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Erdogan ve, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Tirkiyê ve û dûrxistina sê berpirsên pilebilind ên Banka Navendî ya Tirkiyê bi biryara Erdogan, sê sedemên din ên daketina berdewam a bihayê lîreyê Tirkî ne.