image

PeyamaKurd-Ji rayedarên Bankaya Navendî ya Rûsyayê hat ragihandin ku wan, faîza polîtîkayê, ji % 3 daxistiye. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku mercên ku ji derve de bandorê li ser Rûsyayê dikin, pêşî li ber mezinbûnê digirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên Bankaya Navendî ya Rûsyayê hat belavkirin de hat diyarkirin ku wan, faîza polîtîkayê, ji %14an daxistiye ji %11an. Li gorî daxuyaniya hat dayîn, zêdebûna enflasyonê hêdî bûye û rûbleya Rûs bihêz bûye. Bi berdewamî hat diyarkirin ku xeteriyên li hember biryardariya malî kêm bûne, ji ber vê yekê jî dê kontrolkirina hinek sermiyanan, dikaribe were sivikkirin.

Hat eşkerekirin ku enflasyona salane ya ji %17,8 a meha Nîsanê, ji 20ê Gulanê bi şûn ve ber bi ji %17,5an paşve çûye; Bankaya Navendî ya Rûsyayê jî biryar daye ku rêjeya fazîza polîtîkayê, 300 baz pûanan kêm bike û ji %11 daxîne. Hat ragihandin ku heger rewşa aboriyê li gorî texmînên wan bi pêş ve biçe, ew ê heta dawiya sala 2022yan faîzê kêm nekin.

Bankaya Navendî ya Rûsyayê, ji ber dorpêçên welatên rojavayî, di 28ê Sibatê de rêjeya faîza xwe ji % 9,5an ber bi ji %20an zêde kiribû. Bankayê di civîna 29 Nîsanê de herî dawî faîza xwe daxistibû ji %14an.