image

PeyamaKurd – Duyemîn Pêşengeha Berhemên Kiştûkalî ya Navtewetî li Hewlêrê îro 23yê Mijdarê deriyên xwe vekir.

Armanca pêşengehê bi pêşandana berhemên kiştûkalî re çêkirina pira hemahengiya bazirganî ye di navbera bazirganên welatan de bo veberhênana li Kurdistanê.

Rêveberê pêşangeha navnetewî ya Hewlêrê Soran Qadir ji rojnamevanan re ragihand: “Îro pêşangeha navnetewî ya berhemên kiştûkaliyê hat vekirin. Ev duyem pêşangeha taybete ya kiştûkaliyê li Hewlêrê tê vekirin. Pêncemîn pêşangeha navnetewî ye di warên cuda de hatiye vekirin. Ev pêşangeh îro heta çar rojan dê berdewam be.”

Hat eşkere kirin ku 170 şirket ji 8 welatên cîhanê beşdariya pêşengehê dikin.

Pêşangeha navnetewî ya kiştûkalî hemû aliyên hilberîn û çêkirin û amade kirina xurek û amûrên xurekan li xwe digre û pisporên wî warî, ezmûna asayîşa xurekan ji civakê re eşkere dikin.