image

PeyamaKurd – Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyênnayê, Xelata Şerefname ya Ziman û Çanda Kurdî da romanivîsê Kurd Jan Dost.

Li Vîyênna paytexta Awusturyayê, Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyênnayê ji ber kar û xebata wî ya bi dehan salan di warê xizmeta çand û zimanê Kurdî de, romanivîsê Kurd ê navdar Jan Dost, bi Xelata Şerefname ya Ziman û Çanda Kurdî, ya sala 2021ê xelat kir.

Jan Dost di merasîma wergirtina Xelata Enstîtûya Çanda Kurdî ya Vîyênna de gotarek pêşkêş kir û diyar kir, guhdana bi nirxê nivîskaran û pênûsa wan, asta pêşketina hişmendiya miletan nîşan dide û ew vê xelatê diyarî xwendevanên Kurd dike.

Herwiha di berdewamiya gotara xwe de Jan Dost da zanîn: “Ehmedê Xanî wê gazinê dikir digot `qedrê qelema me bizanibin` Ehmedê Xanî mal û milkên wî tunebûn, Mem û Zîna wî hebû. Gava mirov qedrê nivîskarekî xwe bizanibe, qedrê qelema wan bizanibe, dide xuyakirin ku çiqas asta wî miletê pêş dikeve. Ez bixwe vê xelatê diyarî xwendevanên Kurd dikim. Ew xwendewanên Kurd ên ku ewqas bi zor û zehmetiyê li zimanê xwe xwedî derdikevin, pirtûka Kurdî bidest dixin û dixwînin di van şert û mercên zehmet de hêjayî xelatê ne.”