image

PeyamaKurd-Konserta hunermendê Kurd Mem Ararat a Bûrsayê, hat betalkirin.  Mem Ararat da zanîn ku konserta wî, ji aliyê Parêzgariya Bûrsayê ve bi hinceta ewlehiyê hatiye betalkirin. Mem Ararat bertek nîşanî biryarê da û helwesta parêzgariyê wekî ‘cudakarî’ pênase kir.

Hunermendê Kurd Mem Ararat, amadekariya konsertekê dikir ku li bajarê Tirkiyeyê yê Bûrsayê bide. Hat ragihandin ku konserta dê di 29ê Gulanê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Merînos Ataturkê bihata dayîn, ji aliyê Parêzgariya Bûrsayê ve hatiye betalkirin. Mem Ararat, piştî betalkirina konsertê; li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku konserta wî, bi hinceta ‘Ewlehiya Giştî’ hatiye betalkirin.

Mem Ararat, di peyama xwe de got, “Bila şik û gumana tu kesî tunebe ku em ê bi hemû zarava û devokên Kurdî, stranên xwe bibêjin” Hunermendê Kurd got ku “Ji konsertê re 3 rojan kêmtir dem mabû û hemû kar û bar û amadekarî hatibûn tekûzkirin. Ev biryar, bê şik û guman, biryareke cudakar e û di wijdanê gel de birînan vedike.”