image

PeyamaKurd - Xula Sêyemîn a Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê îro Pêncşemê 18ê Mijdara 2021ê, deriyê xwe ji serdana pirtûkhezan re vekir.

Di merasîma vekirina pêşengeha pirtûka a Silêmaniyê de, Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê Heme Heme Seîd, Parêzgarê Silêmaniyê û hejmarek nivîskar, rewşenbîr û welatîyan beşdarî kir.

Di Sêyemîn Pêşengeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê de, 200 weşanxane ji 15 welatên cihanê beşdariyê dikin.

Heme Heme Seîd di merasîma vekirina pêşengehê de got, "Dibêjin pirtûk xwendin kêm bûye. Divê em li sebebên vê yekê bigerin. Gelo tiştekî din dikare cihê pirtûkan bigire?! Nexêr. Mînak; sosyal medya ti carî cihê pirtûkan nagire."

Wezîrê rewşenbîrî û lawan da zanîn, rewşa aborî û krîza ku hemû cîhan girtiye, bûye sebeb ku çap û belavkirina pirtûkan zehmettir bibe û got, lê wezareta rewşenbîriyê heta ji destê wê were di vî warî de alîkarî û xebatên pêwîst dike.