image

PeyamaKurd – Helbestvanê navdar Arjen Arî ji aliyê malbat û hezkiriyên wî, li ser gora wî hat bibîranîn.

Li Diyarbekirê malbatata Arjen Arî û hezkiriyên wî û Weşanxaneya Sor do 30ê Cotmeha 2022yan de, li Goristana Yenîkoyê beşdarî merasîma bibîranîna Arjen Arî bûn û di bîranînê de pirtûka Arjen Arî ya bi navê “Bakûre Helbestê Antolojiya Helbesta Bakur” pêşkêşî beşdarên bîranînê hat kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Arjen Arî di sala 2012an de di 56 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir li dû xwe gelek berhem hiştin. Şairê Kurd xwedî 9 dosyeyên helbestan e. Pirtûkên wî ji aliyê çend weşanxaneyên cuda ve hatine çapkirin. Cara ewil hemû helbestên wî bi hev re, weke setekê ji aliye Weşanên Sor ve hatin çapkirin.