image

PeyamaKurd – Berdevkê serokomariya Tirkiyê İbrahim Kalın di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku helbestvan, ramanger û nivîskarê Kurd Sezaî Karakoçê ji navça Erxeniya bi ser Diyarbekirê di 88 saliya xwe de wefat kiriye. Karakoç nivîsên xwe bi Tirkî dinivîsand.

Sezai Karakoç di sala 1933 an de li navça Erxeniya ser Diyarbekirê hatiye dinyayê. Jiyana xwe li Erxeniyê, Maden û Pîranê derbas kir. Di sala 1944 an de li dibistana mamostetiyê de li Erxeniyê xwend. Xwendina xwe ya dinê li Mereş, Entabê, Ankara Diyarbekirê xwend.

Karakoç di gelek dezgeyên dewletê de xebitiye û dostê Necip Fazil Kısakürek bû. Di sala 1963 an de li îstenbolê di rojnama Yeni İstanbulê de bi navê Karakoç nivîsand. Xwediyê helbesta “Mona Rosa” ye. Karakoç her weha di Yeni İstiklal, Yeni İstanbul û Babıali'de Sabah de dinivîsand.

Nehat ragihandin bê cenazê Karakoç dê kengê û li ku derê bê definkirin.