image

PeyamaKurd – Hejmara 82yan a kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya Kurdên Anatoliyê "Bîrnebûn" hat weşandin.

Kovara Bîrnebûn, yek ji kovarên temendirîj a bi Kurdî ye. Kovar ji roja derketiye, li ser Kurdên Anatoliyê weşana xwe didomîne. Di vê hejmara xwe ya nû de jî li ser heman xetê, mijarên cur bi cur girtiye dest.

Di kovara ku di bin edîtoriya Alî Çîftçî de derdikeve de, van kesan nivîs nivîsandine: Adem Ozgur, Altun Başaran, Mem Xelîkan, Feyzî Mîrhesen, Rojan Enes, Rohat Alakom, Muzaffer Ozgur, Hizir Akbîna, Hayrettin Guven,  Abdulbakî Xalîsînan, Seyfî Dogan, Seyîdxan Anter, Nuh Ateş,  Mehtab Îdelî, Xizan Șîlan, Ehmed Berber, Ehmed Mîlan

Kovara ku wekî kaxiz çap dibe, piştî demekê li ser hesabê wan ê facebookê jî tê belavkirin.