image

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li devera Pere ya ku ciyekî zêde kevne û jîngehekî qraliyeta Kommageneyê ye, di kolandinên binê axê de firûnekî temenê wê 1500 sale hat dîtin. Li Pereyê di encama xebatên ku berê hatibûn kirin de Kaniya Roma, cuhên avê, şikeftên jiyanê, goristan û gelek berhemên endazyarî derketibûn holê.

Di xebatên vê dawiyê de derket ortê ku firûnekî ji bo pêdiviya nane wê wextê hatiye avakirin, rewtê wê derketiye ortê. Rêvebirê muzeya Semsûrê Mehmet Alkan weha gotiye:

“Xebatên me yên rex seha nekropolê dewam dikin. Di xebatên me yên dawiyê de, me avahiyekî temenê wê 1500 sal û deriyê wê tevî bi sedan bizmaran dît. Bizmar derî bi hev ve girêdidan û ji bo nexşandinê, di derî de hatine bikaranîn. Li gor rêza bizmaran derî bi ebanên 1.80x1.20 e. Li goşeyekî avahiyê tendûrekî girover heye.