image

PeyamaKurd – 8emîn Festîvala Sînemayê ya Navdewletî ya Duhokê sibe bi pêşandana fîlman dest pê dike ku Serokwezîr Mesûr Barzanî jî budçeyeke taybet ji festîvalê re terxan kiriye.

Festîvala Sînemayê ya Duhokê ku wekî kevneşopî tê lidarxistin, sala borî ji ber koronayê nehatibû lidarxistin.

Îsal 8emîn Festîvala Sînemayê ya Navdewletî ya Duhokê di navbera rojên 15-22yê Mijdarê de bi pêşandana fîlman û bernameyeke dewlemend birêve diçe.

Di festîvalê de, ji 30 welatên cîhanê 94 fîlm beşdar dibin. Festîval sibe Duşemê 15ê Mijdarê bi fîlmê “Ezmûn” yê Şewket Emîn Kurkî tê vekirin. Wê di çarçoveya festîvalê de hejmarek fîlmên serkeftî ji bo wergirtina Xelatên 8emîn Festîvala Sînemayê ya Duhokê bikevin pêşbirkê.

Hat ragihandin ku Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî budçeyeke taybet ji bo festîvalê terxan kiriye ku bi piştevaniya hikûmetê festîval dewlemendtir û danasîna parêzgeha Duhokê di warê sînema û hunerê de baştir derkeve pêş.

Bernameya Festîvalê...