image

PeyamaKurd – Bi beşdariya Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq bi nûnertiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, dêreke nû li qezaya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve hat vekirin ku hejmara dêrên li Herêma Kurdistanê gihîşt 146an.

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî bi daxuyaniyekê ragihand, di merasîma vekirina dêrê de Patriyarkê Dêra Kildanî li Cîhanê Kardînal Louis Sako, metran Beşar Werde û oldarên Kirîstiyanan beşdar bûn.

Hat diyarkirin ku Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî bi gotarekê pîrozbahiya vekirina dêra nû arasteyî Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê kir û tekezî li piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê kir, bi taybet ew ên ji ber aloziyên cuda yên li Iraqê berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

Kardînal Louis Raphael Sako ji ber vekirina dêra nû, pîrozbahî li Kirîstiyanan û xelkê Enkawayê kir û spasiya piştevanî û pêngavên Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir ji bo parastina aramî û aştiya civakî ya pêkhateyên olî.

Herwiha Kardînal Louis Raphael Sako got: “Pêkvejiyan li Herêma Kurdistanê di asteke bilind de ye û jî nîşana şaristaniya mezin a Herêma Kurdistanê ye. Kirîstiyanî jî bi awayekî kirdarî hest bi dilniyabûna jiyanê dikin. Ev jî cihê pêzanîna me ye.”

Hejmara dêraê li Herêma Kurdistanê bi vekirina vê derê re gihîşt 146an.