Vansporê têkçûneke mezin bi Bursasporê da jiyandin!

Vansporê têkçûneke mezin bi Bursasporê da jiyandin!

PeyamaKurd – Di Koma 2. Lîga Spî ya TFF de, îro 25ê Kanûnê tîmên Futbolê yên Vanspor a bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê û tîma Bursaspor ku alîgirên wê gelek caran êrîşên nijadperestî li ser tîmên Kurdan dikin, hatin pêşberî hev.

Di maça ku li stadyûma Wanê hate lîstîn de, ketina alîgirên Vansporê bo trîbûnan hate qedexekirin û maç di bin ewlehiya hêzên ewlekariyê û firîna helîkopterên leşkerî de hate lîstîn.

Di maça ku futbolîzên Bursasporê bi silava leşkerî derketin sehayê û di rewşeke awarte de hate lîstin de, Vansporê serkeftineke mezin bi dest anî û 3 gol avêtin qeleya Bursasporê.

Piştî encama 3-0 a maçê alîgirên Vansporê li kuçe û kolanên bajêr şahî li dar xist û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Herwiha alîgirên Vansporê bi stran û diruşman piştevaniya xwe bo tîma Amedsporê ku çend caran rastî êrîşên nijadperestî yên alîgir û futbolîzên Bursasporê hatibû jî nîşan dan.