Rahênerê nû yê Amedsporê diyar bû

Rahênerê nû yê Amedsporê diyar bû

PeyamaKurd – Amedspora ku piştî têkçûna li hemberî Menemen Belediyesporê dawî li erka Rahêner Serdar Bozkurt anî, bi rahênerê bi tecrûbe Mesut Bakkal re li hev kir.

Di Lîga 2yemîn a Koma Sor a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de, Amedsporê di pêşbirka hefteya 18emîn a li Îzmîrê de bi Menemen Belediyesporê re hat hemberî hev û maç bi serkeftina Menemen Belediyesporê 1-0 bi dawî bû.

Amedspora ku bi 36 puanan ma û di lîgê de daket rêza 3yemîn, dawî li erka Serdar Bozkurt anî.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê Xê yê klûbê hat dayîn de hat ragihandin ku bi Mesut Bakkal re lihevkirin çêbûye.

Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Bi xêr hatî Mesut Bakkal

Klûba me bi rahênerê bi tecrûbe Mesut Bakkal ê ku di kariyera xwe de antrenoriya tîmên Lîga Super û Lîga 1emîn kiriye re li hev kir.

Serokê Kulûba me Azîz Elaldî û Kaptanê Giştî yê Şaxa me ya Futbolê Ahmet Ûlmez beşdarî merasima îmzeyê ya ku ji bo Mesut Bakkal hat kirin bûn.

Em hêvîdar in ku ji bo mamoste û civaka me bi fêde be."