Pêşbirka Amedspor û Bursasporê, 2-1 bi encam bû

Pêşbirka Amedspor û Bursasporê, 2-1 bi encam bû

PeyamaKurd- Pêşbirka Bursaspor û Amedsporê ya ku beriya dest pê bike, bi aloziyê ket rojevê, bi encama 2-1 bi dawî bû. Bursaspor, 2 gol havêtin û bi vê yekê ket pêşiya Amedspora ku golek havêtibû.

Amedspor a ku di Lîga Spî ya 2emîn de têdikoşe, ji bo lîstika bi Bursasporê re duh çûbû Bursayê û ji duh bişev ve alîgirên Bursasporê li ber otela ku lîstikvanên Amedspor lê dimînin, kom bûn û ji bo êrîşî lîstikvanên Amedsporê bikin, dirûşmên nijadperest û cûdaxwaz li hemberî lîstikvanên Amedsporê berz kiribûn û her wiha hewil dan ku êrîşî wan bikin.

Rêveberên Amedsporê, beriya ku lîstika wan a bi Bursasporê dest pê bike, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî dîmen parve kirin û ragihand ku “Tîma me ya ku ji bo lîstika li beramber Bursasporê derket stadyûmê, rastî êrîşa yarîzanên Bursasporê hatin.”

Pêşbirka ku lîstikvanên Amedsporê hem di bin zextên fizîkî û hem jî derûnî de lîstin, bi serkeftina Bursasporê 2-1 bi dawî bû.

Golên Bursasporê di xuleka 28emîn de ji aliyê Çagatay Yilmaz û di xuleka 81emîn de jî ji aliyê Enver Can Şahîn hat havêtin.

Her wiha di xuleka 89an de Mehmet Gurkan Ozturk jî gola Amedsporê havêt.