Mbappe transferî Real Madridê "bû"

Mbappe transferî Real Madridê "bû"

PeyamaKurd - Hate angaştin ku yek ji stêrkên fûtbolê yê Fransî Kylian Mbappe, biryar daye ku sala bê, ji tîma Frensî Paris Saint-Germainê (PSG) veqete û biçe tîma Spanyolî Real Madridê. 

Ev angaşt ku beriya niha jî çend caran hatibû kirin, ji aliyê rojnameya Spanî ESPNê û rojnameya Frensî Le Parrisienê ve hate kirin.

Herdû rojname angaştin ku Mbappe pêşniyaza PSGê ya salane 72 milyon Euro red kiriye û biryara xwe ya dawî daye ku transferî Real Madrîdê bibe. 

Weke tê zanîn dema peymana fûtbolîstê navdar ê Frensî Kylian Mbappe û PSGê, di dawiya vê sezonê ango vê havînê temam dibe.

Demek beriya niha, ji ber ku Mbappe peymana xwe ya bi PSGê re nû nekiribû, PSGyê ew di nav yedegan de hiştibû û ji bo rahênanan jî ew daxistibû tîma duyem.

ESPNê, beriya niha di meha Kanûnê de jî angaştibû ku Real Madridê peymanekê pêşkêşî Mbappe kiriyê û di hefteyên pêş de wê Mbappe biryara xwe eşkere bike.