Lîstikvanên Bursasporê li nav stadyûmê êrîşî lîstikvanên Amedsporê kir

Lîstikvanên Bursasporê li nav stadyûmê êrîşî lîstikvanên Amedsporê kir

PeyamaKurd – Tîma Futbolê Amedsporê îro Yekşemê 5ê Adarê beriya maça Bursasporê vîdeoyek ji stadyûma Bursayê belav kir ragihand, lîstkivanên wan rastî êrîşa lîstikvanên Bursasporê hatine.

Di dîmenên hatine belavkirin de, xuya dike ku alîgirên Bursasporê ji sehayê diruşmên dijî Amedsporê diqîrin û piştre jî lîstikvanên Bursasporê ku xwediyê malê ne, bi ser lîstikvanên Amedsporê de dimeşin.

Amedsporê vîdyoya stadyûmê li ser hesabê xwe ya Twîtterê belav kiriye û dibêje, “Tîma me ya ku ji bo lîstika li hember Bursasporê derket stadyumê rastî êrîşa lîstikvanê Bursasporê bûn.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, şevê din jî dîmenên ku alîgirên Bursasporê li ber otela lîstikvanên Amedsporê kom bûne û diruşmên nijadperestî diqîrîn hatibûn parvekirin ku dixwestin provokasyonekê çêbikin.