Lîonel Messî dîsa wekî baştirîn yarîzanê salê hat diyarkirin

Lîonel Messî dîsa wekî baştirîn yarîzanê salê hat diyarkirin

PeyamaKurd - Rojnameya Times a Amerîkayî Messi wekî baştirîn yarîzanê sala 2023ê diyar dike.

Rojnameya Times a Amerîkayî her sal 100 baştirîn werzişvanên cîhanê diyar dike, îsal jî wekî her sal ev rapirsî kir û li dawiyê de stêrka hilbijartî yê Arjentînê û yarîzanê Enter Miami ya Amerîkayê Lionel Messi karî xelatê baştirîn werzişvanê sala 2023ê werbigire.

Messi par bi hilbijartiyê welatê xwe re karî nasnavê cama cîhanî ya Qeterê werbigire, herwesa îsal jî karî ji bo cara heştê di dîrokê de xelata Ballon d’Orê werbigire.

Pêştir gelek werzişvanan ev xelat wergirtiye, lê Lionel Messi dibe yarîzanê yekê yê fotbolê ku vê xelatê werdigire, ev jî di demekê de ye ku Messi di karwanê xwe yê werzişî de 38 xelatên kitekesî wergirtine, 8 xelatên tepa zêrîn wergirtine û 7 caran jî ji aliyê FIFAyê ve wekî baştirîn yarîzanê cîhanê hatiye destnêşankirin.