Li Îranê doza cezayê 99 qamçîyan li Ronaldo hate vekirin

Li Îranê doza cezayê 99 qamçîyan li Ronaldo hate vekirin

PeyamaKurd – Futbolîzê navder Cristiano Ronaldo ku di tîma Al-Nassr a Erebistina Siûdî de dilîze, çima ku di dema serdana Îranê de, wênesaza îranî ya jin Fatemeh Hamami  hembêz kiribû, doz lê hate vekirin.

Ronaldo dema serdana xwe ya Îranê ya demek berê, formeyê xwe yê îmzekirî diyarî şêwekara jin a astengdar Fatemeh Hamamî kiribû û piştre jî ew hembêz kiribû.

Hejmarek parêzên îranî piştî wê dîmenê doz li Ronaldo vekirine ku bi 99 qamçiyan were cezakirin bi sedema ku li gorî yasayên Îranê nabe mêrek jineke ezeb hembêz bike.

Hatiye diyarkirin, heger Ronaldo poşmaniya xwe li dadgehê bîne ziman dibe ku were efûkirin.