Li Elezîzê bi keviran êrîşî Batman Petrolsporê kirin!

Li Elezîzê bi keviran êrîşî Batman Petrolsporê kirin!

PeyamaKurd – Li dijî lîstikvan û alîgirên Batman Petrolsporê yên ku li derve bi Elazigsporê dilîstin êrîşek hat kirin.

Otobusa tîma Batman Petrolsporê ya ku li derve bi Elazigsporê re dilîst, di dawiya maçê de rastî êrîşê hat.

Êrîşa ku di maçê de destpê kir, piştî maç 0-0 qediya berdewam kir. Piştî maçê alîgirên Elezîzê bi kevir, tiştên tûj û serê tep êrîşî otobusa Petrolsporê kirin.

Di êrîşa ku Midûriyeta Emniyetê ya Elezîzê wek temaşevanan ma, futbolîst di dawiya maçê de bi camên şikestî ber bi Batmanê ve çûn.