Kûpa Cîhanê Futbolê îro bi maça Qeter û Ekvadorê dest pê dike
PeyamaKurd – Kûpa Futbolê ya Cîhanê ya FIFAyê îro Yekşemê li bajarê Al Khor stadyûma Al Bayt a Qeterê dest pê dike.
Tîmên Grûba A yên Qeter û Ekvadorê di maça yekem a kûpaya FIFAyê de, li demjimêr 19:00 têne pêşberî hev û hakemê Îtalî Daniele Orsato wê yariyê birêve dibe.
Welatê Qeter ku malevaniya Şampiyoniya Futbolê ya Cîhanê ya 2022yan dike, cara yekem beşdarî vê pêşbirkê dibe.
Maça duyem a Gruba A jî 21ê Mijdarê roja Duşemê di navbera tîmên Holanda û Senegalê de tê lîstin.