Ji Ronaldo re cezayê Messi hat birîn

Ji Ronaldo re cezayê Messi hat birîn
PeyamaKurd – Futbolîzê navdar Cristiano Ronaldo ji ber hereketa bo “Lionel Messi” maçek ceza wergirt.

Tîmên El Nesr û El Şebabê yên Erebistana Siûdiyê li stadyûma El Şebabê hatin pêşberî hev û El Nesr 3-2 bi ser ket. Piştî maçê alîgirên El Şebabê li ser navê Lionel Messi dirûşm bilind kirin û Ronaldo jî berê xwe da wan alîgiran û hereketek kir.

Federasyona Futbolê ya Erebistana Siûdî ji ber vê hereketa Ronaldo maçek ceza dayê. Federasyonê ji bilî cezayê maçekê 10 hezar riyalên Siûdî cezayê pere li Ronaldo birî.

Herwiha Federasyona Futbolê 20 hezar riyalên Siûdî cezayê pereyan da tîma El Şebabê jî.

Cristiano Ronaldo piştî wergirtina ceza got: “Ez rêzê li hemû tîman digirim. Ez piştî maçê ji ber serkeftinê kêfxweş bûm. Min tiştekî ku şerm be nekiriye. Em li Ewropayê hînî van tiştan bûne.”