Ji Macron hemleya Olîmpiyadên Parîsê: Ala Rûsyayê wê nebe!

Ji Macron hemleya Olîmpiyadên Parîsê: Ala Rûsyayê wê nebe!

PeyamaKurd – Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ragihand ku wê di Olîmpiyadên Parîsê de, Ala Rûsyayê neyê danîn.

Macron, ji rojnameya L'Equipe derbarê Olîmpiyadên Parîsê yên di navbera rojên 26 Tîrmeh -11 Tebax 2024 têne lidarxistin de, nirxandin kir

Macron got ku "Di Lîstikên Olîmpiyadan ên Parîsê de Ala Rûsyayê nabe” û destnîşan kir, di demeke Rûsya tawanên şer dike de, cihê Rûsyayê di Olîmpiyadên 2024an de nîne.

Herwiha Macron da zanîn ku beşdariya werzişvanên rûsî ya serbixwe jî girêdayî biryara Komîteya Navnetewî ya Olîmpiyadan e.